Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de 5 çete hatin kuştin, 2 wesayit jî hatin rûxandin.
Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyên xwe yên li navçeyên Efrînê pêkaniye daxuyaniyek da.
HRE’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:
14’ê Sibatê Hêzên Rizgariyê li gundê Celemê ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê li dijî serçeteyekî çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de serçete hat kuştin, 2 wesayît hatin rûxandin.
19’ê Sibatê Hêzên Rizgariyê li ser rêya navbera navçeya Bilbilê û gundê Şingêlê li dijî çeteyên dagirker çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 4 çete hatin kutin.
Her wiha HRE’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku dewleta tirk a dagirker bi blafirên xwe herêma Şehba topbaran kir.