Şervanên QSD’ê Ebdurehman El Xelef û Mihemed Taha El Mistefa bi merasîmekê li Reqayê hatin oxirkirin.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, dayika şehîd Xelef El Bûş, Îtab El Deyf axivî û got: “Me bi xwîna şehîdan axa xwe av da. Şehîd ji bo rizgarkirina welatê xwe li pêş bûn. Bîranînên wan dê zindî bimînin.”
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ayîd El Hadî jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku ewlehiya herêmê berhema keda şehîdan e.
Ayîd El Hadî bi van gotinan soza domandina rêya şehîdan da: “Bi navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de em ji we re dibêjin, di wê baweriyê de bin ku em li ser rêya şehadetê û azadiyê dimeşin. QSD hêza herî xurt li ser vê erdîngariyê ye. Me 14 hezar şehîd dane û em amade ne 14 şehîdên din bidin. Em ê nehêlin tu kes destdirêjiyê li pakrewangeh û xaka me ya pîroz bike.”
Di merasîmê de hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Mişleb El Tirkan anî ziman ku gelê Reqa û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ji bilî azadî û projeya demokratîk bi tiştekî din razî nabe û got: “Em yekitî û aştiyê dixwazin. Em parçebûnê naxwazin. Xwîna şehîdan hêja ye. Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saziyên xwe yên sivîl û leşkerî ji bo serxistina vê projeyê û yekitiyê tê dikoşin.”
Di dawiya merasîmê de nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştre dua li ser cenazeyên wan hatin xwendin û bi dirûşman spartin axê.



