HERÎ KÊM 20 ÇETE LI ENIYA HECÎNÊ HATIN KUŞTIN

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê, bi pêşketina şervanên QSD’ê dewam dike.

Şervanên QSD`ê li eniya Hecînê derbên giran li çeteyan dan û bi dehan çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ`ê bi rêya erebeyên bombekirî êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê yên li eniyên bakur û rojavayî Hecînê kirin.

Şervanên QSD`ê demildest bersiv dan êrîşan û êrîş têk birin.

Li vir gelek erebeyên çeteyan ên bombekirî piştî ku hatin bêbandorkirin ketin destê şervanan..

Çavkaniyekî leşkerî ragihand ku di vî şerî de, herî kêm 20 çete hatin kuştin û gelek cenazeyên wan li naverasta şer man.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku QSD`ê 11`ê Mijdarê careke din dest bi Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê kiribû.

Leave a Reply

Back to top button