Li Îranê di nava atmosfereke ne aram de hilbijartin pêk tê

Di nava atmosfereke ne aram de gelê Îranê îro çûn ser sindoqan.

Ji bo hilbijartina Endamên Parlamentoya Îranê, bi qasî 58 milyon dengdêr li hene.

Serokê dînî yê Îranê Elî Xemaney banga çûyîna ser sindoqan kir, li hemberî vê yekê jî bi rojane biloka boykutê li Îranê belav dibû.

Piştî propagandayên hilbijartinê a parlementoyê îro hilbijartina li Îranê pêk hat.

Li Îranê, ji bo hilbijartina giştî ya parlementoyê bi qasî 58 milyon welatiyên Îranê ji bo ser sindoqan hatine vexwendin.

Di encama hilbijartinan de wê 290 parlementerên nû bên destnîşankirin.

Hilbijartinên ku li bin siya serdestiya muhafazan pêk tê, piraniya namzetan jî ji heman baskê siyasî ne.

Ew jî ji ber ku di pêvajoya desnîşankirina namzedan de, ji sedî 90 kesên xwedî meyla refromîst hatin tesfiyekirin.

Serokê dînî yê Îranê Elî Xameney ku pêşengiya siyaseta muhefezekar dike, berya hilbijartinan diyar kir ku ew girîngiyeke mezin dide çûna ser sindoqan.

Xemeney rengekî olî jî da bikaranîna denga û anî ziman ku ew çûna ser sindoqê weke erkeke olî jî dibîne.

Desthilatiya Îranê herwiha krîza siyasî û leşkerî ya bi DYAyê re jî ji bo zêdekirina dengên xwe yên di sindoqan de bikar tîne.

Her çendî ne li ser xeta Xameney jî be, serokomar Hesen Rûhanî jî bang li welatiyan kir ku dengê xwe bikar bînin.

Ev hilbijartin ji ber ku ya yekemîn a piştî vekişîna DYA ji peymana nukleer a Îranêye, xwedî girîngiyeke taybet e.

Tê meraqkirin ka di vê pêvajoyê de di nêrîna welatiyên Îranê de guherîneke berbiçav heye an na.

Back to top button