Li cihê Muhendisî fermandarê nû yê Heşda Şebî diyar bû

Desteya Heşdî Şebî li şûna fermandarê xwe Ebu Mehdî el Muhendis ku di êrîşek hewayî Arîkayê de hate kuştin, kesek din diyar kir.

Desteya Heşdî Şebî li şuna Ebu Mehdî el Muhendis, Ebdulezîz Ebu Fedek Mihemedawî, weke cîgirê serokê Desteya Heşdî Şebî hilbijart.

Piştî ku Ebdulezîz Ebu Qedek hate hilbijartin, divê di rojên bê de fermandariya giştî ya hêzên Iraqê, fermana damezrandina Ebu Qedek derbixe.

Fermandarê Hêza Qudusê ya Parazvanên Şoreşê ya Îranê Qasim Silêmanî û Fermandarê Heşdî Şebî Ebû Mehdî el Muhendis 3 Çileyê li balafirxaneya Bexdayê, di êrîşeke hewayî ya Amerîkayê de hatibûn kuştin.

Back to top button