Erdogan û Putin bi hev re axivîn

Rûsya ragihand ku derbarê rewşa Idlibê de, sesrokkomarê Tirkiyê bi serokê Rûsyayê re hevpeywendiyeke telefonî pêk anîn.

Kremlin bi daxuyaniyekê diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji bo rewşa Idlibê bi serokê Rûsyayê Viladîmir Putin re bi riya telefonê axivî.

Kremlin diyar kir ku herdu aliyan pêşketinên dawî li Idlibê nîqaş kirin.

KREMLIN:JI BER ÊRÎŞÊN TERORÎSTÊN LI IDLIBÊ, PUTIN DILGRANIYA XWE ANÎ ZIMÊN

Her wiha hat tekez kirin ku Putin ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li Idlibê dilgiraniya xwe anî ziman û li ser serwerî û yekparbûna xaka Sûrî tekez kir.

Ji aliyê xwe ve serokatiya Tirkiyê jî got ku Erdogan ji Putin re daye xuyakirin ku cîbicîkirina hevpeymana Sûçî wê şerê li Idlibê rawestîne.

Beriya hevpeywendî pêk bê jî Erdogan gotibû ku helwesta Enqere ji bo Idlibê bi encamên hevpeywendiya bi Putin re girêdayî ye.

Hemwextî daxuyaniya Erdogan Washington piştrast kir ku Tirkiyê ji bo şerê Idlibê daxwaza Pergala Patryotê ji wan kiriye.

DANÛSTANDINÊ RÛSYA Û ERDOGAN BERDEWAM IN

Piştî têkçûna dewleta Tirk û çeteyên wê li Idlib û Helebê, ji bo vegerandina hegemoniya xwe serokkomarê Dewleta Tirk di nava tevgereke leşkerî û siyasî de ye.

Erdogan îro got ku ”helwesta Enqere ji pêşketinên li Idlibê wê piştî hevpeywendiyeke telefonî li gel hempîşeyê xwe yê Rûs bê zelalkirin”.

ERDOGAN: ENCAMÊN HEVPEYWENDIYA BI PUTIN RE WÊ HELWESTA ME ZELAL BIKE

Erdogan dîsan li ser mayînebûna dagirkeriya xwe ji xaka Sûrî re tekez kir û got ku ew ji Idlibê venakişin.

BERPIRSEKÎ AMERÎKÎ: TIRKIYE BELAVKIRINA PERGALA PATRYOT JI ME XWEST

Lê beriya pêkanîna hevpeywendiya navbera Erdogan û Putin de, berpirsekî Amerîkî piştrast kir ku Tirkiyê daxwaza belavkirina pergala Patryotê ji Washingtonê kiriye.

Beripirsê Amerîkî diyar kir ku DYA hîn biryara belavkirinê nedaye.

TIRKIYE: PIŞTÎ KUŞTINA LEŞKERÊN ME, DIBE KU AMERÎKA PATRYOT BIDE ME

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê jî got ku “piştî kuştina leşkerên Tirkiyê, dibe ku Amerîka moşekên Patriot ji bo wan bişîne”.

Hilûsî Akar dibêje:

TIRKIYE: WÊ S-400 BIKEVE PIRATÎKÊ

“Bêguman wê S400 ên Rûsî jî bikevin piratîkê, lê belê ji ber welatê wî di bin gefa êrîşên asîmanî û moşekî de ye, ji lew re pêwîstî bi moşekên Amerîkî jî heye.”

Ev daxuyaniya Akar, hemwextî serdana wî ji leşkerên dewleta Tirk ku li ser sînorê bi Sûriyê belav bûne pêk hat.

PUTIN BI ENDAMÊN KREMLIN RE CIVIYA

Her wiha li Rûsyayê jî, ji bo rewşa Idlibê serokê Rûsyayê Viladîmir Putin bi endamên Meclisa Ewlehiya Rûsyayê civiya.

Back to top button