Fransa keştiyeke balefirên şer şand Qibrisê

Li behra Spî av hêdî hêdî germ dibe. Fransa ku piştevaniya Qibrisê dike, keştiyek balefiran şand herêmê.

Nakokiyên di navbera Enqere û Lef-koşyayê de li ser lêgerîna dewleta tirk ya gaza xwezayî li derya Spî zêde bûye.

Televizyona RIK a Qibrisê ragihand ku Hêzên deryayî yên Fransayê keştiyek balefirên şer şande peravên Limason ê.

Wezîra parastinê yê Fransa Florence Parly jî di hefteya derbasbûyî de ragihand ku di lêgerîna li gaza xwezayî de we piştavaniya Qibrisê dikin.

Her çiqasî Yekîtiya Ewropa li dijî lêgerîna dewleta tirk a li gaza xwezayî di derya spî de derdikeve jî lê li ser erdê tiştek xuya nake.

Lê li herêma mijara gotinê ku girêdayî komara Qibrisê ye, beriya niha dabûn 2 karsazên Fransa û Îtalyayê.

Rêveberiya Rûm a Qibrisê lêgerîna dewleta tirk bi diziyê binav kiribû.

Back to top button