Vîrûsa Corona..Rêxistina Tenduristiya Cîhanî hişyariya xeteriyê dubare kir

Rêxistina Tenduristiya Cîhanî hişyarî da ku derfetên rêgirtina li ber vîrûsa Coronayê kêm dibin û divê bi awayekî lezgîn civaka navdewletî bikeve nava tevgerê.

Birêveberê Rêxsitina Tenduristiya Cîhanî Tedros Adhanom bi daxuyaniyeke çapemeniyê got:

Derfetên rêgirtina li ber belavbûna vîrûsa Coronayê kêm dibin û divê bi lezgînî civaka navdewletî bikeve nava tevgerê de.

Tedros Adhanom diyar kir ku ev vîrûs bêserûber belav dibe û kes nizane dê bi kûderê ve biçe.

Birêveberê Rêxsitina Tenduristiya Cîhanî Tedros Adhanom teqez kir ku tîmekî pispor bi serkêşiya Rêxistina Teenduristiya Navdewletî Şemiya bê, anku sibe dê biçe bajarê Uhanê yê Çînê, ku vîrûs ji wir derketibû.

Heta niha ji ber vîrûsê 2 hezar û 247 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button