Wezareta Parastinê ya Niger ragihand ku, bi operasyoneke hevbeş bi hêzên Fransî li başûr rojavayê welat, 120 terorîst hatin kuştin û siware û alavên çêkirina teqmeniyan ketin destê wan.
Li gorî daxauyaniyê, operasyonê 20 mehê li herêma Têlabîrî (Tillabery) ya nêzî sînorê Malî û Borkina Faso dest pê kir û ti ziyanên canî di nava Artêşên Fransî û Nigerî de çênebûn.
Tê zanîn desthilata herêma navborî piştî kuştina 174 leşkerî ji aliyê çekdarên wê derê, rêkarên ewlekariyê zêde kirin û çûn û hatin qedexe kir.
Berî demekê Fransa ragihandibû ku wê hebûna xwe ya leşkerî li Rojavayê Afrîcayê tevî hebûna 4 hezar û 500 leşkerî, bi şandina 600’ên din zêde bike,.