Wezareta Parastinê ya Amerîkî: Jimara leşkerên ku mejiyên wan hejiyabûn, gihîşt 110

Jimara leşkerên Amerîkî ên ku di êrîşa li ser baregeha Eyn El-Esed a li Iraqê de, mejiyên wan hejiyabûn, gihîşt 110’an.

Wezareta Parastinê ya Amerîkî Pentagon ragihand ku jimara leşkerên wan ên ku di êrîşa mûşekên Îranî yên li ser baregeha Eyn El-Esed de mejiyên wan hejiyabûn, gihîşt 110’an.

Li gorî Pentagonê, ev bîlançoya dawî ji ya ku 10 Sibatê hatibû ragihandin, zêdetir e.

Pentagonê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku mejiyên tavahî birîndaran bi sivikî hejiyabûn û 77 kes ji wan vegeriyane karê xwe.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo tedewiyê 35 leşker veguhezîn Almanya û 25 jî veguhezîn Amerîka.

Berî çend rojan jî Amerîka bi fermî agahî dabû Iraqê ku ji bo parastina Baregeh û leşkerên xwe, Pergala parastinê ya Patriotê bikar bîne.

Çavkaniyeke ewlekariyê ragihand ku jimareke balafirên barkirinê yên leşkerî, gihiştin baregehe Eyn El-Esed a li parêzgeha Enbarê.

Back to top button