Hilbijartinên parlementoya Îranê rêjeya dengdanê ji sedî 20 derbas nekir

Prosesa hilbijartinên parlementoya Îranê duh Înê birêve çû û nîvê şevê hat rawestandin.
Lê tevî ku desthilttdariya Îranê 5 caran dema dengdanê dirêj kir jî, rêjeya dengdanê 20 ji sedî derbas nekir.

Bi bilindbûna bangên boykotkirina hilbijartinên Parlemetoya îranê re, hilbijartin duh Înê bi tevlêbûneke sist hatin kirin.

Li gorî daneyên Wezareta Hindirîn a Îranê, ta seat 3’yê piştî nîvro bi dema Îranê, rêjeya dengdanê ji sedî 19 bû.

Biryar bû ku dengdan ta seat 6’ê êvarî bûya, lê dema dengdanê ta seat 8’an bi dema Îranê hat dirêjkirin.

Piştî wê di seat 8 û nîvan de, bi rêya televezyona fermî, careke din Wezareta Hindirîn a Îranê dirêjkirina dengdanê ta seat 10’an ragihandin.

Li gorî ajnasên Îranî Faris û Tesnîm, deriyên navendên dengdanê nîvê şevê, hatin girtin.

Berpirsekî ji Wezareta Hindirîn eşkere kir ku, ji nava 58 milyon kesên xwedî mafên dengdanê, tenê derdora 11 milyonan dengê xwe dan.

Ev rêjeya kêm a dengdanê tevî wê yekê hat ku Lîderê dînî Ayetûlah Xamene’î gotibû ku, çûna ser sindoqan ne tenê peywireke welatîbûnê ye, her wiha peywireke dînî ye jî.

Yek ji sedemên lawazbûna rêjeya dengdanê jî ew e ku, di pêvajoya desnîşankirina namzetan de, 90 ji sedî ji kesên ku xwedî meyla refromîst in, hatin dûrxistin.

Desthilatdarên Îranê jihevbelavkirina denganê dest pê kir û nayê payîn ku encamên dawî beriya yekşemê diyar bibin.

Back to top button