Evîn Siwêd: Şala YPJ’ê wê sembola çalakiyên 8’ê Adarê be

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nêz dibe.

Koordînasyona Kongra Star bi vê boneyê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê, eşkere kir.

Berdevka Kongra Star Evîn Siwêd diyar kir ku 8’ê Adarê wê bi pêşengtiya berxwedana têkoşer Hevrîn Xelef û dayika Aqîde bixemilê û şala YPJ’ê wê bibe sembola çalakiyên 8’ê Adarê.

Koordînasyona Kongra Star bernameya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê eşkere kir.

Çalakiyên kongra star wê bi bi durşmeya “Têkoşîna me azadiya me ye, berxwedana me serkeftin e”lidar bikevin.

Di vê derbarê de Kongra Star komîteya amadekar a çalakiyên 8’ê Adarê amede kir û çakakî wê ji 1 heta 8’ê Adarê berdewam bike.

Berdevka Kongra Star a Rojava Evîn Siwêd diyar kir ku 8’ê Adarê wê bi pêşengtiya berxwedana têkoşer Hevrîn Xelef û dayika Aqîde bixemilê û anî zaman ku wê şala YPJ’ê bibe sembola çalakiyên 8’ê Adarê.

Bernameya çalakiyan wiha ye:

1’ê Adarê, wê daxuyanî li kampên Waşûkanî, Til Semin û kampên li kantona Şehbayê werin dayîn.

Her wiha wê Mîhrîcana Jinên Rewşenbîr li herêma Cizîrê were lidarxistin.

2 û 3’yê Adarê li tevahî herêman wê civîn werin lidarxistin û belgefîlmekî kurt li ser jinan li Reqayê were pêşandan.

4’ê Adarê wê serdana gundê (Jin war) were kirin û li hemû herêman wê meşên meşeleyî werin lidarxistin.

5’ê Adarê wê paneleke li ser rewşa jinan di aloziya Sûrî de, li herêma Cizîrê were lidarxistin û serdana goristanên şehîdan werin kirin.

6’ê Adarê Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê pêşangek kelepûrên Kurd, Ereb, Suryan vedike.

7’ê Adarê wê serdana birîndarên şer, Asayîşa Jin, Hêzên Parastina Civakî ya Jin (HPC-Jin) û deverên dîrokî werin kirin.

8’ê Adarê li ser asta kantonan şahî dê werin lidarxistin.

Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd soza domandina xeta têkoşînê li hemberî hemû astengiyên ku li pêşiya azadiya jinan derdikeve, da.

Back to top button