Cîhan Mihemed: Pêşwazîkirina koçberan erkekî mirovî ye

Ji dema banga fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî heta niha hezar û 500 malbatên Îdlibî derbasî herêmê bûne.

Niha jî piştî pêşwazîkirina koçberan pêwistiya wan bi alîkariyê heye.

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Cîhan Mihemed bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya koçberan bikin û xwedî li wan derkevin.

Li Idlibê piştî bazara qirêj di navbera Rêjîma Sûrî û dewleta tirk de bi sed hezaran Idlibî ji cih û warê xwe koçber bûn.

Piştî banga Fermandarê QSD’ê Mazlûm Edbî ji bo pêşwazî kirina koçberan bi hezar û 500 malbatên Îdlibî berê xwe dan herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Cîhan Mihemed derbarê pêşwazîkirina koçberan de ji Ajansa Hawar’ê re axivî.

Cîhan Mihemed dibêje “Pêşwazîkirina koçberên Idlibê erkekî mirovî ye, ji ber ev yek ji pirensîbên rêveberiya xweser e.”

Cîhan ragihand ku hezar û 500 malbatên ji Idlibê di deriyê Ewn Dadatê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bûne û her ku diçe hejmar zêde dibe.

Cîhan Mihemded diyar kir ku ji bo amadekirina kampa li bajarê Minbicê yê li gundê Cedîdet El-Hmur, ew di nava liv û tevgerê de ne û wiha got:

” Jimarek mezin ya koçberan li bajarê Minbicê hatin bicihkirin û jimara kêm jî li Reqa û Tebqayê bi cih bûn.

Cîhan Mihemed: Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku alîkariya koçberan bikin

Cîhan diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe destekê dide koçberan, heta vê kêliyê ti rêxistinên mirovî yên navdewletî alîkarî pêşkêşî koçberên Idlibê nekiriye.

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Cîhan Mihemed bang li rêxistinên alîkariyê kir ku rewşa koçberan bibînin û alîkariya wan bikin.

Back to top button