Konferansa Platforma Ziman li Amedê dest pê kir

Konferansa Platforma Zimanê Kurdî ya bi dirûşma, ”Zimanê me nasnameya ye, zimanê me hebûna me ye” li Amedê dest pê kir.

Di konferansê de nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û her wiha Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevşaredarê Êliê Mehmet Demîr jî amade ne.

Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî diyar kir ku gavên ji bo pêşxistina zimanê kurdî werin avêtin gelek girîng e.

Di konferansê de wê gelek mijar werin nîqaş kirin weke:

Ziman û Perwerde, Ziman û Gel ,Ziman û Ronakbîrî, Ziman û Fermiyet.

Back to top button