HPG: Li Xakurkê 4 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li dijî artêşa tirk a dagirker li Girê Lêlîkan a Xakurkê çalakiyek bibandor pêk anîn.

Di encamê de 4 çeper hatin rûxandin û 4 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kir:

Di çarçoveya Pêngava Şoregerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 21’ê Sibatê gerîlayan li dijî leşkerên dewleta Tirk ên li Girê Lêlîkan ê Herêma Xakurkê çalakiyek pêk anîn.

Di çalakiyê de 4 çeper û kozik hatin rûxandin û 4 leşkerên dewleta Tirk jî hatin kuştin.

Piştî çalakiyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêm bombebaran kir.

HPG’ê diyarkir ku gerîlayên ku çalakî pêk anîne bi serkeftî gihiştine baragehê xwe.

Back to top button