Murat Karayilan: Bi Ocalan re tecrîdê li ser gelê Kurd û Tirkiyê tê kirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, anî ziman çawa ku li Sûriyê dewleta Tirk gihişte dawiya rê, êrîşkariya wê ya navxweyî jî ji tirsa hilweşandina wê ye.

Karayilan ji bo parastina gelê kurd, careke din banga yekîtiya netewî kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan têkildarî tecrîda mitleq a li ser Rêber Ocalan, xitimîna dewleta Tirk a li Idlibê û mijarên din yên di rojevê de, ji radyoya Dengê Welat re axivî.

Murat Karayilan li ser tecrîda mitleq a li Îmraliyê wiha got:

Komplo bi têkoşîna gel û gerîla wê bişike.

Tecrîd faşîzm e, têkoşîna dijî tecrîdê ji bo azadiya gelên Tirkiyê û Kurdistanê ye.

Murat Karayilan: Erdogan êdî gihiştiye dawiya rê

Karayilan di axaftinên xwe de balkişand li ser hedefên dewleta tirk yên li Sûrî û wiha got:

Erdogan bi rengekî zelal dixwaze çeteyên Nûsra biparêze, dixwaze bike ber xizmeta Îxwanî Mislimin.

Ji bo kurd li Sûrî nebin xwedî statû dewleta tirk her tiştî dike.

Heta niha li ser hin berjewendiyan bi Rûsyayê re têkiliyek datanî.

Faşîzma AKP-MHP’ê her roja diçe winda dike, wê li Sûriyê tiştekî bi dest nexe.

Murat Karayilan: Armanca Erdogan dagîrkeriya tevahiya Sûriyê ye

Murat Karayilan li ser polîtîkayên Erdogan yên derbarê Sûrî de û ev tişt anî ziman:

Polîtîkaya Sûriyê ya Erdogan bi temamî xitimî, êdî nema dimeşe.

Ji aliyekî ve bi rengekî vekirî dixwaze Sûriyê dagir bike, ji aliyê din ve jî dibêje,”me çav bernedaya xaka Sûriyê”.

Dibe çav bernedabe parçeyek Sûriyê, lê çav berdaye tevahiya Sûriyê.

Murat Karayilan: Serçeteyê nû yê DAÎŞ’ê di kontrola Tirkiyê de ye

Karayilan dazanîn ku serçeteyê DAIŞ’ê yê nû di bin kontirola MIT’a tirk de ye.

Jixwe careke din derkete holê ku yek ji serçeteyê DAÎŞ’ê ev 3 sal bûn li Bûrsayê ye.

Serçeteyê DAIŞ’ê yê niha jî ji aliyê MÎT a tirk ve tê parastin.

Ez aşkere dikarim bibêjim; tevahiya serçeteyên nû ya DAÎŞ’ê li Tirkiyê ye.

Rêxistinên îstîxbartî yên cîhanê jî vê zanin lê vê gavê çavê xwe ji vê re digirin.

Murat Karayilan: Stratejiyek hevpar dikare Kurdan azad bike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan diyar kir ku ji bo peymanek din mina Lozanê li ser kurdan neyê ferzkirin, balkişnad li ser Yekîtiya netewî.

Eger gelê Kurd di stratejiyeke hevpar de kom bibe, ew jî dikare mîna cîranên xwe yên li herêmê azad bijîn.

Dixwazin Kurdan dîsa mehkûmî Lozaneke nû, heta ku ji destê wan bê wê hê xirabtir jî bikin.

Li dijî vê pêkhatina yekîtiya netewî gelek girîng û jiyanî ye.

Niha di vê mijarê de xebat tên kirin, em naxwazin ti ziyanek bigihêje van xebatan.

Her tiştî dixwazin bi aqilekî selîm û bi berpirsyar bigirin dest.

Back to top button