Tirkiye piştî ”DYA” berê xwe dide Îtaliya û Spanyayê

Dewleta Tirk ragihand ku eger Amerîka sîsetma parastinê ya Patryotê ji wan re neşîne, ew ê ji Îtaliya û Spanyayê bixwazin.

Çavkaniyekî ewlekarî yê dewleta Tirk ji tora BBC re ragihand ku DYA hîn ji bo belavkirina sîstema parastinê Patryotê li ser sînorê bi Sûriyê re erê nekiriye û dibe ku Tirkiyê berê xwe bide Îtaliya û Spanyayê.

Çavkaniyê destnîşan kir ku eger Tirkiye pergala Patryotê bi dest xist, ew ê li Hatayê ya li beramberî parêzgeh Idlib a Sûrî bicih bike.

Piştî ku Tirkiye Pergala S-400 a Rûsî kirîbû, DYA, Almanya, Holenda û Îtaliyayê pergala parastina esmanî ji xaka Tirkiyê vekişandin.

Beriya çend rojan jî dewleta Tirk ji ber şerê li Idlibê ji DYA xwestibû ku pergala parastina esmanî ya Patryotê li ser sînorê bi Sûriyê re belav bike.

Back to top button