Erdogan: wê 5’ê Adarê civîneke çaralî bê lidarxistin

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ragihand ku wê 5 Adarê ji bo rewşa Idlibê civîneke çaralî li gel Rûsya, Almanya û Fransa pêk bîne.

Erdogan, li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê diyar kir ku wê civîn li gel şêwirmenda Alman Angela Merkel, serokê Rûsyayê Viladîmir Putin û Serokê Fransa Emmanuel Macron pêk were.

Erdogan bal kişand ser peywendiya telefonê bi Putîn re û got “Ji bo me meseleya Idlibê bi kêmanî bi qasî Efrînê girîng e.”

Her wiha Serokê Daîreya Pevgihandinê yê Serokatiya Tirkiyê Fexeredîn Alton gef li Rejîmê xwar ku sebra wan li hemberî kirinên Rejîmê nemaye.

Di heman demê de jî got, “Artêşa Rejîmê ya Tirsonek nikare li pêşiya me raweste û li ber xwe bide”

Back to top button