Li Çînê 97 Kesên din tevlî qurbanên Coronayê bûn

Hikumeta Çînê, îro mirina 97 kesên din ji ber vîrûsa Coronayê ragihand. Bi vê yekê jimara qurbanên corona bi temamî bû 2 hezar û 444 kes. Corona şaxên xwe fireh dike û êdî derbasî Îran û Bakurê Kurdistanê jî dibe.Bi belavbûna zêde re jî, gelek welatan rewşa awarte ragihand û Afrîka bi fikar e.

Desthilatên Çînî ragihand ku îro 97 kesên din tevlî qurbanên coronayê bûn, bi vê re jî jimara giştî ya qurbaniyên Corona gihişt 2 hezar û 444 kesî.

Li gorî Komîteya Tenduristiyê ya Niştimanî jî, îro 648 kesên din pê ketine.

Bi vî awayî jimara kesên ku bi vîrûsê ketine, 76 hezar derbas kir.

Li derveyî Çînê jî, corona bi lez belav dibe..

Desthilatên Koreya Başûr ragihandin ku 4 kesan heya niha jiyana xwe ji dest da û 123 kesên din bi virusê ketine.

Bi vê re jî jimara giştî ya nexweşan gihaşt 556an.

LI ÎRANÊ 8 KES MIRIN Û METIRSIYA WÊ LI WELATÊN DERDORÊ HEYE

Li Îranê, Wezareta Tenduristiyê îro mirina 8 kesan li welêt ragihand, ku heya niha jî 43 kes pê ketine.

Weke tedbîr, hikumeta Îranê deriyê jimareke mezin a zanîngeh û fakulteyan girt.

Li Wanê ya Bakurê Kurdistanê jî, 4 kes bi gumana virûsê di bin çavdêriya de ne.

Heya niha jî ti agahiyên zelal der barê vê yekê de nehatine bidestxistin.

Çavkaniyên Tenduristî li Libnanê jî diyar kir ku piştî gihaştina balafireke sivîl ji bajarê Qum ê Îranê, guman e ku hinek kes bi coronayê ketibin.

Lê îro wezîrê tenduristiyê ev yek red kir.

RÊXISTINA TENDURISTIYA CÎHANÎ: VÎRÛSÊ ÇÎN DERBAS KIR Û AFRÎKA JI BO WÊ NE AMADE YE

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, rêjeya vedana virûsê li Çînê, li beramberî belavbûna wê li welatên din, pir kêm bûye.

Rêxisitinê teqez kir ku Afrîka jî ji bo coronayê ne amade ye.

Li ser vê jî, Pakistan û Îtalya rewşa awarte ragihand û Yekîtiya Afrîkayê diyar kir ew ê li çareyekê bigerin.

TIRKIYÊ DERIYÊN XWE YÊN SÎNORÎ YÊN BI ÎRANÊ RE GIRTIN

Ji ber metirsiya belavbûna Coronayê, Wezareta Hindirîn a Tirkiyeyê her çar deriyên sinorî yên bi Îranê re girtin.

Her wiha hate ragihandin hemû geştên asîmanî yên navneteweyî ji saet 20:00’an û şûnde bi awayê yekalî heya demek ne-diyar tê rawestandin.

Back to top button