LI LICÊ DERKETINA DERVE HAT QEDEXEKIRIN

Zextên hikumeta faşîst a AKP’ê li ser gel piştî rakirina Rewşa Awarte zêdetir bûne.

Dîsa li 11 tax û gundikên Licê derketina derve hate qedexekirin.

Leşkerên Tirk piştî ragihandina qedexeyê dest bi operasyonêkirin.

Li 11 taxên Licê ji îro danê sibehê saet 6’an û pê ve derketina derve hate qedexekirin.

Piştî ragihandina qedexeya derketina derve, yekîneyên tîmên taybet ên artêşa Tirk dest bi operasyonê kirin:

Hêjayî gotinê ku zext û qedexeya derketina derve ji aliyê Hikumeta faşîst a AKP’ê ve bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî re zêde bûne.

Leave a Reply

Back to top button