PERVÎN BÛLDAN: TECRÎD MESELEYA HER KESÎ YE

Bertekên li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan û piştgiriya bi çalakiya Leyla Guven re her roj zêdetir dibin.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku di şexsê Rêber Ocalan de nasname û paşeroja gelên azadîxwaz tê tecrîdkirin, lewma ev tecrîd ne tenê girêdayî Leyla Guven e girêday ya her kesî ye.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye, nirxand.

Bûldan diyar kir, bi biryara hiqûqî ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re careke din ispat bû ku doza Demîrtaş siyasî ye û got:

Bi dîlgirtina parlamenterên DHP’ê hatiye xwestin ku siyaseta demokratîk bê tasfiyekirin.

Bûldan ragihand ku parlamenterên HDP’ê di çarçoveya vê konseptê de du sal in li girtîgehê dîl girtî ne û wiha anî ziman:

Desthilatdariya AKP’ê bi vê rêbazê xwestiye hem HDP’ê, hem gelê Kurd hem jî mûxalefetê bitirsîne, lê bi ser neketiye.

Bûldan işaret bi daxuyaniyên rayedarên serdest ên li dijî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir ku dibêjin, ‘biryara Dadgehê wan eleqedar nake’ û diyar kir, daxuyaniyên bi vî rengî nêrîna li dadgeriyê nîşan dide û wiha domand:

Daxuyaniyên li ser biryarê hatin dayin da nîşandan çawa hiqûq, dadgerî hatine binpêkirin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di dawiya axaftina xwe de wiha got:

Çalakiya Guven mafdar û rewa ye, lewma divê her kes xwedî lê derkeve.

Encax bi vê rengî em karibin dawî li tecrîdê bînin.

Leave a Reply

Back to top button