Balafirên Rêjîm û Rûsyayê bejahiyên Idlib û Heleb bombebaran kirin

Balafirên şer ên rêjîm û Rûsyayê vê sibehê bejahiyên Idlib û Helebê bombebaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker jî nuqteyên hêzên rejîmê yên li Nêrebê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên rejîmê û Rûsyayê vê sibehê herêmên cuda yên li Cebel El-Zawiyê yê li başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Herêmên Kefir Nibul, Hezarîn, Besqila, Til Nar, Kefir Secna, Kensefra û Ehsem rojavayê Mert Nûman hatin bombebarankirin.

Her wiha hêzên rejîmê herêmên li bejahiyên rojavayê Helebê jî topbaran kirin.

Çavdêriyê diyar kir ku vê sibehê artêşa tirk û çeteyên xwe, nuqteyên rejîmê yên li Nêrebê ya rojhilatê Idlibê topbaran kir.

Li aliyekî din jî di navbera komên çete û hêzên rejîmê de şerê dijwar li derdora Til Nar, Kefir Secne û Şêx Damis ên başûrê Idlibê rû da.

Back to top button