Rûsya: Em bi Amerîkayê re di nav kordîneyê de ne

Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsî Alexander Grushko ragihand ku nakokiyên wan bi Amerîkayê re bi kordînekirinê wê ji holê rabin û teqez kir ku ev kordîne bi awayekî baş bi rê ve diçe.

Alexander Grushko diyar kir ku ji bo rakirina nakokiyên wan bi Amerîkayê re, ew di nava liv û tevgerê de ne.

Grushko da zanîn ku ji bo tevgera wan li herêma bakur û rojhilatê sûrî, ew bi Amerîkayê re kordîne dikin.

Ji xwe ev lihevkirin piştî civîna Rûsiya û Amerîka li Swîsrayê pêk hat.

Duh di navbera dewriyek Amerîka û Rûsya de nakokî derket, dema ji riya navdewletî ya M4 vedigeriya navçeya Amûdê ji aliyê dewriyên Rûsî ve hat astengkirin.

Back to top button