Hilbijartinên Parlementoya Îranê encamên destpêkê serketina muhafîzan eşkere dikin

Hilbijartina Îranê di nava aloziyê de pêk hat. Li ser bana PJAK û KODAR’ê jimarek zêde ya dengdêran neçûn ser sindoqan. Wezareta Hindirîn a Îranê li gorî asta kêm a beşdarbûna hilbijartinê ragihand ku lîsteya muhafezekaran bi ser ketiye. Lê heta niha jî encama dawî ne hatiye ragihandin. Aliyên boykutê jî dibêjin, serkeftin ya wan e.

Di 21’ê Sibatê te li Îranê hilbijartina Parlementoyê pêk hat.

Ji ber aloziyên li welêt rêjeke zêde ya dengdêran neçûn ser sindoqan.

Berdevkê komîteya netewî ya hilbijartinan Ismaîl Mûsewî diyar kir ku encamên hilbijartinan wê sibe werin ragihandin.

Mûsewî destnîşan kir ku ji nav 208 deverên hilbijartinan, encamên 23 deveran hatine ragihandin.

Wezareta Hindirîn eşkere kir ku lîsteya namzetên girêdayî Heres El-Sewrî li Tehrana Paytext ku 30 kursiyên wê yên parlemanê hene, pêşengiya pêşbirka hilbijartinan dike.

Ajansa faris bîlançoyeke ne fermî belav kir, tê de daxuyakirin ku Muhafizan 191 kursî, Îslahiyan 16 kursî û yên serbixwe jî 34 kursî qezenc kirye.

her weha ajansa Reutersê jî bîlançoyeke ne fermî ragihand û li gorî wê muhafîzan 178, Îslahiyan 17 û yên serbixwe 43 kursî bidest xistine.

Desthilatdariya Îranê ta niha rêjeya dengdanê bi fermî eşkere nekirye, lê berdevkê Meclîsa Parastina Destûrê Ebbas Elî Kedxa’î duh ragihandibû ku rêjeya dengdanê derdora 50 %.

Ajansa Faris di bîlançoyeke ne fermî de destnîşan kir ku li Tehrana paytext, ji nava 9 Milyon dengdêrî, tenê 1.9 kesî deng da.

Komeleyê Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) 9’ê Sibatê bi daxuyaniyekê banga boykutkirina hilbijartinê kiribûn.

Back to top button