Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê kuştina 16 leşkerên Tirk ragihand

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê kuştina 16 leşkerên dewleta Tirk li Lîbyayê ragihand. 

Emîd Xalid Mehcûb ê Artêşê Niştimanî ji RT ev yek ragihand û soza kuştina jimareke mezintir jî da Erdogan.

Duh jî artêşê kuştina 3 efserên dewleta Tirk li gel wergêrekî wan ê Sûrî ragihandibû.

Berdevkê Artêşa Ehmed Mismarî jî duh ji SKY NEWS re gotibû Hikumeta Wîfaqê xwe li ser piştgiriya Qeter û Tirkiyê bi rê ve dibe û teqez kir ku ti rola vê hikumetê li welêt tune ye.

Ji bo agirbestê jî, Mismarî diyar kir ku eger dewleta Tirk û çeteyên wê venekişin, ew ê ti agirbestan pêk neyînin.

Back to top button