Zabiteya Parastina Birîneran ya navçeya Tirbespiyê diyar kir ku bahayê turikê nan 200 lîreyê Sûriyê ye. Dikandar û firinên ku li gel xwe bahayên nan zêdekirine jî hatine cezakirin.
Hinek bazirgan û xwediyên firinên nanê siyahî yên herêma Cizîrê rewşa barana berfê bi kar anîn û bihaya kîseke nanê siyahî ji 200 lîreyên Sûriyê kirin 250.
Ji wê demê ve bi vê bihayê difroşin.
Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê giliyên xwe gihandin Zabteya Parastina Birîneran a Şaredariya Gel.
Endamê rêveberê zabiteyê Said Yusiv têkildarê mijarê axivî û diyarkir ku, li ser vê mijarê sekinîne û li gor qanûna 512’a Parastina Hawîrdor û Şarederiyê tevdigerin.
Said Yusiv got:
Li gor qanûnê bihayê turika nanê siyahî, bi pîvan 770 gr. û bi 200 lîreyên Sûriyê ye.
Said dazanîn ku wan di derbarê dikandar û firinên ku li gel xwe vê biryarê dane lêkolîn dane destpêkirin û kêsên ku vê sêcê kirine jî bi cezayên pere hatine cezakirin.
Şêniyê Tirbispiyê jî dibêjin, divê aliyên peywendîdar, li dijî kesên bi buhayê nan dileyîzin bêdeng nemînin.