Li Kobanê zilamekî hevjîn û kurê xwe kuştin

Li Kobanê Zilamekî ji gundê Derbazîna Jorîn a rojavayê bajarê Kobanê hevjîn û kurê xwe kuşt.

Zilamê bi navê Hisên Evdo ku xelkê gundê Derbazîna Jorîn yê Kobanê ye duh hevjîna xwe ya bi navê Hûda Ehmed Elî û kurê xwe yê bi navê Azad Hesen bi awayekî hovane kuştin.

Hûda ya 27 salî ji bajarokê Şedadê ya başûrê bajarê Hesekê ye, û kurê wê Azad jî 10 salî bû.

Hûda bi keviran ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.

Hate zanîn ku Hisên piştî kuştina hevjîn û kurê xwe, xwe radestî hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Tê payîn ku wê cenaze li Şedadê were veşartin.

Derbarê kuştina wan de jî, lêpirsîn didome.

KUŞTINA HÛDA EHMED
RÊXISTINA SARA BÛYER ŞERMEZAR KIR

Têkildarî bûyerê, Rêxistina Sara ya herêma Firatê bi daxuyaniyekê kuştina Hûda Ehmed û kurê wê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bang li aliyên peywendîdar hat kirin ku kujerê Hûda Ehmed û kurê wê were cezakirin.

Back to top button