Li Bajarê Urmiye û Xoyê erd hejiya

Li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Xoyê û li nêzî bajarê Ûrmiyê erde bi pileya 5.9 û 5.7 erd hejiya.

Bandora erdheja bajarê Xoyê gihaşt Bakurê Kurdistanê jî û di encamê de 9 kesan li Wanê jiyana xwe ji dest da û gelek mal hilweşiyan

Li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê saet di 08.53’yan de bi pîleya 5.9 erhejek çêbû.

Erdhej 6 km di bin erdê de pêk hat.

Di heman demê de, li başûrê bajarê Urmiye jî, bi pileya 5.7 erd hejiya.

Erdhej li navçe û bajarên derdorê jî hate hîskirin.

HEJMARA KESÊN JI LI WANÊ JIYANA XWE JI DEST DANE DERKET 9’AN

Rasatxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî û Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê (KRDAE) li ser erdheja ku navenda wê bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê ye daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Du erdhejên din ên cuda bi dijwariya 4.5 û 4.0 pileyî rû dan ku navenda wan sînorê Tirkiye û Îranê ye.”

Erdheja bi dijwariya 5.8 pileyî ku navenda wê bajarê Xoyê ye, li navçeya Elbak a Wanê bû sedema hilweşîna gelek xaniyan.

Her wiha 9 kesan jiyana xwe ji dest da û bêhtirî 20 birîndaran tên dermankirin.

Li gelek gundên Rojhilatê Kurdistanê ku derdora 15 hezar û 190 kes dijî, erdhejê bandor kiriye.

Pisporên erdhejan hişyariyê didin û dixwazin ku xaniyên ji kelpîçê hatine çêkirin bên valakirin.

Meha borî jî li bajarê Xarpêtê yê bakurê Kurdistanê bi pileya 6.7 erd hejiya.

Ji ber erdhejê 41 kesî jiyana xwe ji dest da û bêhtirî hezar û 600 kes jî birîndar bûn.

Back to top button