Li xeta Şergirakê ya gundê Eyn Îsa û xeta navçeya Çelebiyê ya başûrê Kobanê şerên di navbera dewleta Tirk û çeteyên û rejîma Sûrî de şer rû da.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 3 rojên dawî de êrişên xwe yên li ser nuqteyên hêzên rejima Sûriyê zêde kirine.
Hêzên rejîmê jî bersiva êrîşan didin.
Îro derdora saet 17:31 de şerên giran di navbera gundê Şergirakê yên Eyn û navçeya Çelêbiyê li başûrê Kobanê de şer navbera rêjîma Sûrî û çeteyên Tirkiyê de rû da.
GUNDÊN GIRÊ SPÎ Û EYN ÎSAYÊ HATIN TOPARANKIRIN
Şevê din jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, gundên Girê Spî û Eyn Îsa topbaran kirin.
Ji ber topbaranê zarokek jî di nav de, 6 sivîl birîndar bûne.