Rêveberiya Xweser: Pêşniyara ”NY” rewabûna dagirkeriyê ye

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî têkildarî pêşnyara NY’yê ya derbaskirina alîkariyên mirov di deriyê Girê Spî ve diyar kir ku bi vê pêşinyarê NY rewabûnekê dide dagirkeriya dewleta Tirk. Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokartîk TEV-DEM Aldar Xelîl jî tekez kir ku ev pêşinyara NY piştevaniya bi dagirkeriya dewleta Tirk re ye.

Doh sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres pêşniyar kiribû ku ew ê deriyê Girê Spî ya dagirkirî ji berdêla deriyê Yarûbiyê vekin da ku alîkariyên mirovî derbasî herêmê bikin.

Hevserokê Buroya Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser Abdulqadir El-Muwehed diyar kir ku pêşniyareke wiha tê wateya kesybazkirina rewşa siyasî û rewakirin dagirkeriyê.

El-Muwehed diyar kir ku NY bi vê pêşnyarê beşdarbûna xwe ya nerasterast di guhertina demografiya herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin de derdixe holê.

Hevserokê Buroya Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser Abdulqadir El-Muwehed destnîşan kir ku divê alîkarî di deriyê di bin serweriya Rêveberiya Xweser re bên derbaskirin û divê bi awayekî lezgîn deriyê Yarûbiyê were vekirin.

ALDAR XELÎL: ”NY” EŞKERE PIŞTEVANIYA PROJEYA DEWLETA TIRK DIKE

Derbarê heman mijarê de endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokartîk TEV-DEM Aldar Xelîl bi twitterekê got,

NY’ê bi vê pêşnyarê eşkere piştevaniya projeya dewleta Tirk dike.

Aldar Xelîl tekez kir ku ev pêşinyara NY rola wê ya yek alî û neyînî diyar dike û da xuyakirin ku pêşinyarên bi vî awayî rola ne layiq ya saziyeke weke NYyê eşkere dike.

Back to top button