Kremlin: Tirkiye li gorî hevpeymana sûçî tevnagere

Rûsya ragihand ku Tirkiyê li gorî hevpeymana Sûçî tevnager û çeteyên li Idlibê gelek çekên pêşketî bi dest xistine. Rejîma Sûrî jî li başûrê Idlibê karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk kir hedef û hejmarek leşkerên dewleta Tirk birîndar bûn.

Tenê 5 roj, ji dema ku dewleta Tirk ji rejîma Sûrî re ji bo vekişînê destnîşan kiriye, mane.

Lê li ser erdê rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê pêşdeçûnên xwe dewma dike û şer bê navber dewam dike.

Piştî hevdîtinên Enqere û Moskoyê, her wiha hevpeywendiyên navbera Rûsya û dewleta Tirk de, nakokiyên navbera Enqere û Moskoyê de der barê Idlibê de kûrtir dibin.

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê )Kremlin) Dîmitrî Pîskov ragihand ku Tirkiyê li gorî hevpeymana Sûçîyê tevnagere.

KREMLIN: TERORÎSTÊN LI IDLIBÊ ÇEKÊN PÊŞKETÎ BI DEST XISTINE

Pîskov bal kişande ser piştgiriya dewleta Tirk bi çeteyên li Ildibê û destnîşan kir ku ev çete çekên pêşketî bi dest xistine.

Çarşema borî jî berdevka wezareta derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova tekez kiribû ku Tirkiyê di pêkanîna hevpeymana Sûçî de bibin ket û diyar kiribû ku sedema tevliheviya li Ildibê dewleta Tirk e.

REJÎMÊ KARWANEKÎ DEWLETA TIRK KIR HEDEF, HEJMAREK LEŞKERÊN TIRKIYÊ BIRÎNDAR BÛN

Hemwextî daxuyaniya Rûsya ya herî dawî, balafirên şer ên rêjîm û Rûsyayê vê sibehê bejahiyên Idlib û Helebê bombebaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker jî nuqteyên hêzên rejîmê yên li Nêrebê li Idlibê topbaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov diyar kir ku hêzên rejîmê li başûrê Idlibê, li herêma Cebel Zawiyê karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk ku ji derdora 65 maşîneyê leşkerî pêk dihat, li bajarokê Bara kir hedef.

Di encamê de hejmarek leşkerên dewleta Tirk birîndar bûn û karwanê leşkerî ber bi bakur ve vekişiya.

RÛSYA DERDORA NUQTEYEKE DEWLETA TIRK KIR HEDEF

Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê jî li rojavayê Hemayê derdora nuqteyeka dewleta Tirk a bi navê Şêr Mixar bombebaran kir.

24 Çiliyê li dijî çeteyên dewleta Tirk rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê li herêmên bi navê ”Kêmşer” êrîşên dijwar pêk anîn.

Di encamê de rejîmê gelek herêm bi dest xistin û gelek nuqteyên dewleta Tirk dorpêç kirin.

Serokkomarê dewleta Tirk jî gef li rejîmê xwar eger heta dawiya vê mehê venekişe sînorên hevpeymana Sûçî, ew ê bi rêbaza leşkerî wê vegerînin.

Back to top button