Soncar: Ocalan roniya riya me ye

Hevserokê nû yê HDP’ê Mîthat Sancar di kongreyê 4. a HDP’ê de axivî û diyar kir ku niha dema avakirinê ye. Her weha dest nîşan kir ku ewê tevî demokratan Tirkiyê bi rêve bibin. Kesayetên ji welatên cuda yên tevlî kongreyê bûn jî berxwedana gelê Kurd silav kirin û destnîşan kirin ku Erdogan wê têk biçe. Her wiha bang vekirina deriyê Îmraliyê kirin.

Di Kongreya Asayî ya 4’emîn a HDP’ê Hevserokê nû yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û balkişand ser pênaseya navê HDP’ê.

Mîthat Sancar got:

HDP navê partiya hêvîye ye û partiya li dijî hemû neheqiyan e.

Sancar bang li gel kir ku li pey riya aştiyê bimeşin û got:

Em bang li hemû kesî dikin. Werin em Meclîsê bixin xizmeta aştiyê.

Heta aştî pêk neyê aramî jî pêk nayê.

“HÛN ÇAVKANIYA ME YA SÛDWERGIRTINÊ NE”

Bi navê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê û Partiya Sosyalîst a Ewropayê Kadîr Kasirga di kongreyê de axivî û got:

Li vê erdnîgariyê gelekî xwîn rijiya, komkujî bûn.

Em ji vê derê bang dikin ku deriyê Îmraliyê vekin û dest bi danûstandinên aştiyê bikin.

“TÊKOŞÎNA WE TÊKOŞÎNA ME YE”

Serokê Koma Çep a Ewropaya Yekbûyî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Tîny Kox jî got:

Têkoşîna we têkoşîna me ye.

Zext û zordarî çiqasî giran jî be em zanin ku hûn ê paşve gav neavêjin.

“EZ WÊREKIYA WE SILAV DIKIM”

Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê (EFA) Lorena Lopez de Lacalle jinên li zindana silav kir û got:

Bi navê 46 partiyên 19 welatên Ewropayê ez li vir im.

Di şexsê hevala me Leyla Guven de biryardarî û berxwedana we silav dikim.

Berpirsyarê Têkiliyên Derver ya Partiya Tifaqa Gel a Sosyalîst a Misrê Mamdoûh Habeshî jî got, “Bi dîtina vê tevgera gel gelekî kêfxweş im.”

Back to top button