Ji Rayedarên Iraqê daxuyaniyên bi nakok

Aloziya Iraqê dewam dike û derbarê roja dengdana li ser hikûmeta Elawî, ji rayedaran daxuyaniyên ku hev nagrin derdikevin. Di nava roja duşemê û çarşemê de, ji serokê parlementoyê û cîgirê wî, daxuyaniyên bi nakok derketin.

Li Iraqê aloziya siyasî û aborî dewam dike.

Li aliyekî serokwezîr Mihemed Tewfîq Elawî xwe ji bo avakirina hikûmeta nû amade dike û li aliyê din jî xwepêşandanên li dijî wî didomin.

Elawî roja çarşemê ragihand ku pêkhateya hikûmeta wî ya ku ji kesên pispro û serbixwe pêk tê amade ye.

Elawî her wiha sozên ku ewê pêkanîna hilbijartinên pêşwext û cezakirina kesên tûndî li dijî xwepêşandêran pêkanîne, dan.

Elawî ji parlementoyê xwestibû ku roja duşemê ji bo dayîna baweriyê, civîneke awarte lidar bixe.

Lê derbarê dema vê civînê de ji aliyê rayedarên Iraqê ve daxuyaniyên bi nakok tê dayîn.

Serokê parlementoya Iraqê Mihemed El-Helbûsî ji parlementoyê xwest ku sibe ji bo nîqaşkirina daxwaza Elawî, bicive.

Ev agahî îro bi daxuyaniyekê ji aliyê buroyê Helbûsî ve hat parvekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku sedema civîna sibe ji bo nîqaşkirina li ser daxwaza Elawî û diyarkirina roja civîna dengdanê ye.

Lê belê ji aliyê Cîgirê serokê parlementoya Iraqê Hesen El-Keibî ve tiştek din hat parevekirin.

El-Keibî ji ajansa nûçeya a Iraqê re got:

“Civîna parlementoyê ya ji bo dayîna baweriyê ji hikûmeta Elawî re, wê roja çarşemê be.”

Back to top button