Hilbijartinên Parlamena Îranê ,encamên destpêkê, serkeftina Muhafizan eşkere dikin

Hilbijartina Îranê di nava aloziyê de pêk hat. Li ser bana PJAK û KODAR’ê jimarek zêde ya dengdêran neçûn ser sindoqan. Wezareta Hindirîn a Îranê li gorî asta kêm a beşdarbûna hilbijartinê ragihand ku lîsteya muhafezekaran bi ser ketiye. Wezîrê Karên Navxweyî yê Îranê ragihand ku tevlîbûna hilbijartinan ji sedî 42,57 e. Aliyên boykutê jî dibêjin, serkeftin ya wan e.

21’ê Sibatê li Îranê hilbijartina Parlementoyê pêk hat.

Ji ber aloziyên li welêt rêjeke zêde ya dengdêran neçûn ser sindoqan.

Berdevkê komîteya netewî ya hilbijartinan Ismaîl Mûsewî diyar kir ku encamên hilbijartinan wê sibe werin ragihandin.

Mûsewî destnîşan kir ku ji nav 208 deverên hilbijartinan, encamên 23 deveran hatine ragihandin.

Wezareta Hindirîn eşkere kir ku lîsteya namzetên girêdayî Heres El-Sewrî li Tehrana Paytext ku 30 kursiyên wê yên parlemanê hene, pêşengiya pêşbirka hilbijartinan dike.

Ajansa faris bîlançoyeke ne fermî belav kir, tê de daxuyakirin ku Muhafizan 191 kursî, Îslahiyan 16 kursî û yên serbixwe jî 34 kursî qezenc kirine.

MIHAFIZAN 191 KURSÎ

ÎSLAHIYAN 16 KURSÎ

ÊN SERBIXWE 34 KURSÎ

her weha ajansa Reutersê jî bîlançoyeke ne fermî ragihand û li gorî wê muhafîzan 178, Îslahiyan 17 û yên serbixwe 43 kursî bidest xistine.

MUHAFIZAN 178 KURSÎ

ÎSLAHIYAN 17 KURSÎ

ÊN SERBIXWE 43 KURSÎ

Komeleyê Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) 9’ê Sibatê bi daxuyaniyekê banga boykutkirina hilbijartinê kiribûn.

RÊJEYA TEVLÎBÛNA HILBIJARTINÊ HAT EŞKEREKIRIN

Wezîrê Karên Navxweyî yê Îranê Ebdulriza Rehmanî Fazlî ragihand ku di hilbijartina Îranê de 24 mîlyon û 512 hezar kesan deng bi kar anîne û tevlîbûn ji sedî 42,57 e.

Ev rêjeya tevlîbûnê ku di nav 40 salên borî de ya herî kêm e, li Rojhilatê Kurdistanê piraniyên aliyên Kurd ên mûxalefetê hilbijartin boykot kiribûn û banga boykotê li gel kiribûn.

Lê aliyên mûxalefetê berevajî daxuyaniya fermî ya Wezîrê Navxweyî ya Îranê diyar kiribûn ku rêjeya tevlî bi qasî ji sedî 20 e.

Back to top button