Dîmenekî “cenazeyên leşkerên Tirkiyê li Sûriyê” belav bûye

Di dîmenekî ku bi awayekî zêde hatiye belavkirin de, tê gotin ku hin leşkerên Dewleta Tirk li Sûriyê li ser destê Hêzên Rejîmê hatine kuştin.

Lê belê her çendî ev dîmen li ser Medya Tora Civakî be, Tirkiyê bi awayekî fermî kuştina leşkerên xwe ranegihandiye.

Li gorî sembol û cilên wan leşkeran, derdikeve holê ku, ev ji Artêşa Dewleta Tirk in.

Di heman wextê de jî, li gorî axaftina li ser serê wan tê kirin jî, eşkere dibe ku hêzên Rejîmê bi xwe ev dîmen kişandiye.

Di dîmen de ev tê pirsîn : “gelo ew çete ne yan Tirk in”..

Dibêje na ew Tirk e.

Bi qasî hin dezgehên Ragihandinê belge kiriye, ev dîmen li bajarê Neyreb ê Rojhilatê Idlibê hatiye kişandin.

Lê belê, heta niha ne Rejîmê û ne jî Tirkiyê, daxuyaniyeke fermî parve nekiriye.

https://youtu.be/3nIvqVNw98Y

Back to top button