ji ber vîrûsa Corona 150 qurbanên nû.. li derve jî rewş girantir dibe

Desthilatên Çînê, îro mirina 150 kesên din jî bi virusa coronayê ragihand û jimara qurbanan 2 hezar û 500 derbas kir.

Komîteya Tenduristiya Niştimanî diyar kir ku, “zêdetirî 77 hezar kes heya niha nexweş in û di nava 24 saetan de, 409 kesên din nû pê ketin.

Her wekî Koreya Başûrî jî sed û 61 rewşên nû ragihand ku bi giştî jimara wan 763 kes e.

Li Îtalyayê jî 3 kes bi coronayê mirin û 150 kes jî nexweş in.

Bi belavbûna vê virusê re, metirsiyeke mezin çêbûye û gelek welatan rewşa awarte ragihandiye, nemaze piştî peydabûba corona li Rojhilata Navîn.. ku duh 8 kesan li Îranê jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 40 kes pê ketine.

Back to top button