Li Şamê Îsrîlê deverên Îranê bi moşekan topbaran kirin

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan diyar kir ku di encama êrîşên Îsraîlê li dijî civîneke komên girêdayî Îranê û Tevgera Cîhad El Islamî li derdora balafirgeha Şamê ya navdwletî de 6 kes ji aliyên navborî hatin kuştin.

Çavdêriyê ragihand ku 2 çekdarên Tevgera Cîhad el Islamî û 4 çekdarên ser bi Îranê ve hatine kuştin.

Li gorî agahiyan hin serbazên Sûrî jî di civînê de amade bûn.

Çavdêriyê diyar kir ku sîstema parastina asmanî, jimarek ji van moşekan berî ku bigihêje armanca xwe bêbandor kir.

Tevgera Islamî ya filistînî ragihand ku du çekdarên wan hatine kuştin, lê kuştina cîgerê serokê tevgerê ku hin raporan belav kiriye, derewand .

Her wiha Berdevkê artêşa Isaîlê jî teqez kir ku duh hêzên Israîlê li Sûriyê li dijî Tevgera Cîhada Islamî ya Filistînê û komên girêdayî Îranê êrîş pêk anîne.

Back to top button