Hikmet Hebîb: Derbas bûna alîkariyê destekê dide çeteyên dewleta Tirk

Cîgirê Serokatiya Rêveber a MSD’ê Hikmet Hebîb hişyariya derbasbûna “alîkariyên mirovî” di rêya herêmên dagirkirî re da û diyar kir ku pêşniyara Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres destekê dide çeteyên dewleta tirk.

Hikmet Hebîb rewşa li Sûriyê û desteka derve ji çeteyan re bi xeteriyek mezin bi nav kir û diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê bûne amûrek di destên dewletên ku mudaxeleya Sûriyê dikin.

Hebîb destnîşan kir ku derbasbûna alîkariya mirovî di deriyekî ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin wê bi awayekî şaş were bikaranîn, ji ber çeteyên dewleta tirk wê alîkariyê talan bikin.

Hikmet Hebîb diyar kir ku pêwîstiya koçberên di kampan de bi alîkariyê heye û ev biryar bandorek neyînî li çareseriya siyasî dike.

Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres pêşniyar kir ku li şûna deriyê sînor ê Til Koçer, deriyê Girê Spî ji bo şandina “alîkariyên mirovî” were bikaranîn.

Back to top button