Duh Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê 4. Kongre xwe ya asayî li Enqereyê li darxist,Kongre bi hilbijartina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi dawî bû.
Tevî astengiyên polîs AKP’ê 30 hezar kes û ji 28 welatan kesayetên navdar tevlî kongreyê bûn.
Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê bi riya peyamekê kongre silav kirin û hêviya serkeftinê xwestin.
Piştî nîqaş û xebatên rojekê yên Kongreyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar weke hevserokên Giştî yên HDP’ê hatin hilbijartin.
Hevserokê nû yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û balkişand ser rola Ocalan di aşîtiya Tirkiyê û Rojhilata Navîn de û diyar kir ku bi azadkirina Ocalan re wê aşîtîyek mayînde li Tirkiyê misoger bibe.