Kongreya 8`emîn a PYD`ê bi dirûşma “Bi yekitiya demkokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin” dest pê kir.
Kongreya 8`emîn a PYD’ê bi beşdariya 600 delegeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, başûrê Kurdistanê û Ewropayê li Bajarokê Rimêlanê dest pê kir.
Di kongereyê de gelek nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên Rojavayê Kurdistan, MSD, û Partiya Pêşerojê tevlî kongreyê bûn.
Kongre wê 2 rojan dewam bike û tê payîn hevserokên nû werin hilbijartin.