Ji ber binpêkirina agirbestê, Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ew ê bi çeteyên dewleta Tirk li ser heman maseyê rûnenên û wê karibin dawiyê li şerê welêt bînin.
Berdevkê artêşê Ehmed Mismarî, duh konferanseke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku agirbest bi giranî ji aliyê komên Terablus û çeteyên dewleta Tirk ve hatiye binpêkirin.
Mismarî da zanîn ku hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî, paytextê tije komên terorîst mîna DAIŞ û Qayîdayê dike da welatên derdor, Afrîka û welatên Rojhilatê Deryaya spî dagir bikin.
Mismarî da zanîn ku YE aniha ji çeteyên dewleta Tirk bi tirs e, ji ber xwedî sûc û tawanên dijwar in.
Berdevkê Artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî bi temamî hebûna dagirkeran red kir û çareseriya aloziya welêt bi derxistina çeteyên Erdogan ve girêda.