Balafirên Îsraîlî hinek dever li Xezzayê bombebaran kirin

Balafirên artêşa Israîlî rêzebombebaran li dijî Xezzayê pêk anî. Di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Duh balafirên artêşa Israîlî li dijî baregeha Hettîn a El-Cîhad El-Îslamî, herêma Tifah û baregeha Seraya El-Qudis başûr-rojavayî Xan Yûnis bombe barandin.

Wezareta Tendirustiyê ya Felestînî diyar ku di encama bordûmana balafiran de, 7 kes birîndar bûn.

Berdevkê artêşa Israîlê Efîxay Edri’î jî bi daxuyaniyekê da zanîn ku duh 21 mûşek ji Xezzayê ber bi başûrê Îsraîlê ve hatin berdan, lê belê ti ziyan çênebû.

Seraya El-Qudis baskê Tevgera Cîhad a Îslamî berpirsiyariya berdana mûşekan girt ser xwe.

Berî niha jî, artêşa Îsraîlê ragihandibû ku 2 Felestînî li nêzî sînorê başûrê Xezzayê kuştin.

Back to top button