Piştî nakokiyên dewleta tirk û Rusya li Îdlibê cara yekemîne artêşa Tirk a dagirker û polîsên leşkerî yên Rûsyayê li ser sînorê Sûriye – Tirkiyê li rojavayê bajarê Kobanê dest bi dewriyeya hevbeş kirin.
Dewriye ji gundê Aşmê yê rojavayê bajarê Kobanê yê li ser sînorê Sûriye – Tirkiyê dest pê kir.
Dewriye li gundên Aşmê, Çarqelî, Qiran, Dîkmedaş, Selîb, Xorxorî, Boban, Siftik, Til Şayîr, El-Îzaa, Sosan, Qule, Qereqoy, Bênder, Mişko û Cibnê geriya û paşê carek din vegiriya gundê Aşmê:
4 panzêr û 2 helîkopterên Rûsyayê tev li dewriyeyê bûne.
Ev cara yekemîn e dewriyên hevbeş ya Rûsî – Tirkî li ser sînorê Kobanê digerin, piştî ku dewleta Tirk du caran derfet neda ku dewriyeya hevbeş derkeve.
Helwesta dewleta tirk piştî nakokiyên di navbera dewlta tirk û Rusiya li Idlibê derket.
Dewleta Tirk beriya hefteyekê careke yekemîn bû bi hêzên Rûsyayê re li gundewarên Dirbesiyê derketin.