Hevserokên Giştî yên HDP: Gel di kongrê de HDP alternatîf nîşan da

Hevserokên Giştî yên HDP’ê diyar kirin ku di kongreya 4. de partiya alternatîf hat nîşan dan û gel kongre kir şahiya demokrasiyê.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi daxuyaniyeke nivîskî gotin,

“Em minetdarê gelê xwe ne ku kongreya me kir şahiya demokrasiyê.”

Hevserokan diyar kir ku kongre di nava piryardariyeke wiha de veguherî şahiya demokrasiyê û alternatîfa rasteqîn nîşanî Tirkiyê da.

HDP’ê daxuyakirin ku kongre ji bo yên welêt bi rêve dibin peyamekî girîng hat dayîn.

HDP’ê tevlîbûna zêde ya beşdaran ji kongrê re weke daxwaziya derketina welêt ji nava krîz û tarîtiyê binav kir.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê bi hêz û berpirsyariya ji kongreyê wergirtî wê partiya xwe hîn bêhtir bi pêş ve bibin.

Doh kongra 4. a Asayî ya HDP’ê bi biryardarî, coş hate lidarxistin.

Back to top button