EMÎNA UMER: EM AMADEKARIYÊN LIDARXISTINA DANÛSTANDINÊN SÛRÎ-SÛRÎ DIKIN

Hevseroka MSD’ê Emîne Umer ragihand ku ew amadekariyên lidarxistina danûstandineke Sûrî-Sûrî dikin û got:

“Em weke Meclisa Sûriyeya Demokratîk ji bo çareserkirina aloziyê û danîna nexşerêya Sûriyeya pêşerojê ji danûstandinê re amade ne.

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîne Umer derbarê amadekariyên wan ên lidarxistina danûstandinek Sûrî-Sûrî axivî.

Emîne Umer diyar kir ku ji bo li dar xistina danûstandinên Sûrî – Sûrî ew hazirtiya xwe dikin û got:

Meclisa Sûriyeya Demokratîk ji bo çareserkirina aloziyê û danîna nexşerêya Sûriyeya pêşerojê ji danûstandinê re bi her awayî amad ne.

Têkildarî kesayetên ku dê beşdarî danûstandinê bibin, Emîne ev agahî parve kirin:

“Danûstandin bi beşdarbûna opozisyona nerm, kesayetên serbixwe, partiyên siyasî û hemû aliyên ku hewl didin aloziye çareser bikin wê beşdarî danûstandinê bibin.”

Emîne Umer teqez kir ku hemû civîn û danûstandinên li derveyî welat li dar dikevin xizmeta hewldanên çareseriyê nakin, lê dikeve xizmeta berjewendiyên derv û wiha bi dawî kir;

Hindek dewlet û alî bi taybeta dewleta Tirk ji bo têkbirina danûstandinên bi vê rengî hewl dide tevliheviyê û fîtneyan li herêmê belav bikin.

Hêjayî bi bîr xistiyêye ku di 18’ê Tîrmeha îsal de danûstandinek bi vê rengî hatibû lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button