War on The Rocks: Vekişîna Amarîka û êrîşên deweleta Tirkiye DAIŞ zindî kir

Çêkerê DAIŞ’ê dewleta tirk, ji bo xelaskirina çeteyên xwe ji pencên QSD’ê di her fersendê de êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî kir.

Ev yek ji di hemû pêngavên rizgarkirina herêmên di bin tarîtiya DAIŞ’ê de dubare bû.

Kengê QSD’ê herêmek ji DAIŞ’ê rizgar kir, dewleta tirk jî êrîşî bakurê Sûrî kir.

Malpera ‘War on The Rocks’ ya Amerîkayê diyar kir ku êrişên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû sedema zindîbûna DAIŞ’ê.

Her wiha Malperê di nûçeya xwe de vekişîna hêzên Amarîka ji herêmê weke hêsankariya dagirkeriyê ji dewleta tirk re nîşan da.

Dewleta tirk a dagirker ji bo xelaskirina çeteyên xwe ji pencên QSD’ê di her fersendekê de êrîşî herêmê dikir.

Ev yek ji dema Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina paytexta xilafetê ya DAIŞ’ê bigre heta têkbirina çeteyên DAIŞ’ê li ser rûyê erdê, dewam kir.

Mînaka vê ya herî şînber jî dema QSD’ê planên rizgarkirina Reqayê dikir, dewleta tirk a dagirker di 25’ê Nîsanê de êrîşî çiyayê Qereçox yê Dêrikê kir.

Divê êrîşê de 18 şevanên YPG-YPJ şehîd bûn.

Rêveberiya xweser û QSD’ê her çiqasî digotin, dewleta tirk ji bo çeteyên DAIŞ biparêze van êrîşane pêk tîne jî, lê hêzên navdewletî li hemberî vê yekê bêdeng diman.

Herî dawî malpera ‘War on The Rocks’ gotarek têkildarî sûdwergitina DAIŞ`ê ji vekişandina hêzên Amerîkayê û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kir.

Malperê ragihand ku piştî DAIŞ di baregehên dawîn ên li rojhilatê Sûriyê de têk çû, DAIŞ`ê stratejiya xwe guhert û niha jî gefan li ewlehiya herêmê dixwe.

Malperê eşkere kir ku QSD’ê li baregehên dawîn ên li Baxozê di têkbirina DAIŞ`ê de roleke sereke lîst, her wiha hewldana destpêkirina pêngavên têkoşîna li dijî terorîstan û parastina herêmê li dijî êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê dike.

Her wiha malperê diyar kir ku ji ber vekişîna hêzên Amerîka ji herêmê û dagirkeriya dewleta tirk bi hezaran kes ji cih û warê xwe koçber bûn.

Back to top button