QSD’ê girtina şervanên YPG’ê li Girê Spî derewand

Dewleta tirk a dagirker îro bi nûneyên lezgîn ragihand ku wan 5 şervanên YPG’ê Girê Spî girtiye. Navneda ragihandin û çepemeniyê ya QSD’ê jî bi daxuyaniyekê ev îdia vale derxist.

QSD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got:

Di daxuaniya Wezerata Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker de hat gotin ku îro hêzên wan 5 şervanên YPG’ê yên ku xwe amade dikirin da ku operasyonan li bajarê Girê Spî pêk bînin, dîl girtin e.

QSD’ê jî teqez kir ku ev nûçe ne rast in û di çarçoviya şerê taybet de hatine amadekirin.

Her wiha QSD’ê porpagandayên dewleta tirk jî bi guhertina rojev û kiryarên xwe yên li herêmê ve girê da.

Back to top button