Dewleta Tirk malbatên çeteyan li malên Kurdan bi cih dike

Di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê, malbatên xwe yên ji Idlib anîn û li malên şêniyên kurd yên li navenda Efrîn û gundên navçeya Mabata bicih kirin.

Malpara Efrîn post diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk du malên şêniyê bi navê Xelîl Elî Cirtiyê yên li navenda Efrînê ne, desteser kirin.

Li gundê Birîmce yê navçeya Mabata, çeteyên dewleta tirk mala Yeheya Elî desteser kir û malbatekî ji Idlibê lê bicih kir.

Li gundê Kobekê jî çeteyên dewleta tirk mala Memo Kilkil bi sedema ku li Efrînê niştecih dibe desteser kir û malbatek Idilbî bi cih kir.

Tê zanîn ku dewleta Tirk ji bo guhartina demgrafiya Efrînê bidomîne zêdetirî hezar malbatên çeteyan li gudewarên kantona Efrînê bi cih kiriye.

Back to top button