Civîna Cenevê ya ji bo Lîbyayê hate taloqkirin

Ji ber nakokiyên di navbera hikumeta Nîştîmanî ya Lîbyayê û hikumeta Wîfaq ya Îxwanî de civîna ku wê li Cenevê hatiba lidarxistin hate taloqkirin.

Aliyên Lîbyayê ragihadin ku ewê beşdarî cîvîna li Cenevê nebin.

Parlementoya Lîbya ya aliyê artêşa Nîştîmanî diyar kir ku ji ber şandeya NY 13 xalên wan nepejirandine, ew beşdarî civînê nabin.

Her wiha hikûmeta Wefaq a Îxwana jî pêşketina danustandinên leşkerî ji yên ji siyasî baştir dibînin.

Derbarê bi dawî kirina şerê li Lîbyayê, Navnetweya Yekbûyî ji bo lêkolînên siyasî ku nûnerên herdû aliyan tevlî wê bibe, wê civînekê lidar bixe.

Back to top button