Îro kongreya 8. a PYD’ê di roja duyemîn de dewam dike

Kongreya 8. a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê di roja yekemîn de bi xwendina rapora salane bidawî bû, îro jî di roja duyem de didome.

Kongreya PYD’ê bi durşma “Bi yekitiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin” pêk hat.

Kongre bi amadebûna 600 delegeyan ji Bakur û Rojhilatê Sûrî, başûrê Kurdistanê û Ewropayê li bajarê Rimêlanê dest pê kir.

Kongre duh di roja yekê de, bi xwendina raporên salane ya xebatên buroyên partiyê bi rê ve çû.

Îro jî kongre wê bi nîqaşkirin rêziknameya PYD’ê û hilbijartina hevserokên nû, bi dawî bibe.

Back to top button